PeyamaKurd – Ajansa fermî ya wezareta karên derve ya Özbekistanê ajansa DUNYO ragihand ku serokkomarê Afxanistanê Ganî Eşref (Xenî Eşref), cîgirê serokkomar Maraşal Raşid Dostum û parêzgerê berê yê Belhê Muhammed Atta û rêvebirên din yên Afxanistanê ku ji Afxanistanê reviyan, li welatê Özbekistanê nînin.
Ajansa DUNYO ragihand ku di çapemeniyê de hat gotin ku rêvebirên berê yên Afxanistanê li Özbekistanê ne lê li gor agahiyên fermî, agahiyên navborî rast nînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin