Li Rojavayê Kurdistanê di pêngaveke ewlekariyê de gelek sûcdar hatin girtin

Li Rojavayê Kurdistanê di pêngaveke ewlekariyê de gelek sûcdar hatin girtin

PeyamaKurd – Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê da zanîn, di encama pêngaveke ewlekariyê de, gelek sûcdar û kesên derveyî qanûnê kar dikirin hatin girtin.

Têkildarî pêngavê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin:

‘‘Di pêngavê de hejmareke mezin ji sûcdar, kesên ji derveyî qanûnê tev digerin, kesên ku şêniyên herêmê, gelê me dixapandin û mal û milkên wan desteser dikirin, da ku ewlehiyê têk bibin, hatin girtin.

Ev kes dê li gorî qanûnan werin muhsabekirin da ku kiryarên ku zirarê digihîne civakên me bi dawî bibe. ”

Herwiha di dawiya daxuyaniyê de Fermandariya Giştî soza domandina parastina gel da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin