Seyda: Divê Kurd niha ji hemû demekê zêdetir ji bo gef û tehdîdan xwe amade bikin

Seyda: Divê Kurd niha ji hemû demekê zêdetir ji bo gef û tehdîdan xwe amade bikin

PeyamaKurd – Serokê berê yê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê û Siyasetvanê diyar ê Rojavayê Kurdistanê Ebulbasit Seyda destnîşan kir, divê Kurd niha ji hemû demekê zêdetir ji bo gef û tehdîdan xwe amade bikin, ji ber ku Kurd li Rojhilata Navîn êdî hejmareke mezin û girîng in û divê xwe ji bo guhertinan amade bikin.

Ebdulbasit Seyda ji malpera KDP.info re diyar kir: “Herêma Kurdistanê hevsengiya siyaseta xwe parastî ye û kariye bibe malbendeke dîplomatîk cîhanî li navçeyê, ku siyaseteke rast û dirust li Rojhilata Navîn birêve biriye, loma dikare bandora wê mezintir be.”

Seyda da zanîn: “Gelek amajeyên siyasî hene ku Herêma Kurdistanê cihekî siyasî mezin di nava siyseta cîhanê de girtiye, ew jî wek peyama ku Papayê Vatîkanê belav kir û wek hatina dîplomatkarên welatan ji bo Kurdistanê û pêkvejiyana olî li vê herêmê, ku vê yekê li cîhanê deng vedaye.”

Ebdulbasit Seyda wiha berdewam kir û got: “Divê Rojavayê Kurdistanê jî çav li Herêma Kurdistanê û ezmûna Herêma Kurdistanê bike plan ji bo pêşeroja xwe. Tişta ku PKK û hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê dike, karekî xerab e ji bo ezmûna siyasî ya Kurd li Sûriyê û navçeyê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin