Baregehên mîlîsyayên ser bi Îranê ve hatin bombebarankirin

Baregehên mîlîsyayên ser bi Îranê ve hatin bombebarankirin

PeyamaKurd – Balafirên bêbalafirvan, baregehên mîlîşyayên ser bi Îranê ve li bajarên Dêrazor û Bokemalê li nêzîkî sînorê Iraq - Sûriyê bombebaran kirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova belav kir, balafirên bêbalafirvan ên nenaskirî baregeheke mîlîşyayên ser bi Îranê ve li nêzîkî bajarê Bokemalê bombebaran kirin, lê ziyanên wê êrîşê nayin zanîn.

Rewangehê eşkere kir, balafirên bêbalafirvan navendeke rahênankirina çekdaran li navçeya Mezarê ya ser bi Dêrazorê ve bombebaran kirin.

Pêştir çendîn caran baregehên Heşda Şeibî li ser sînorê Iraq û Sûriyê ji aliyê Amerîka ve hatine bombebarankirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin