PeyamaKurd – Koalîsyona di bin serpereştiya Erebistana Si’ûdiyê de ku destekê dide hukumeta Yemenê, li başûrê Marîbê li navça Abdiya, di nav 24 sietan de 32 operasyon kirin ser grûbên terefdarê Îranê û ji Hûsiyan zêdetirê 160 kesan kuştin. Ragihandin ji Koalîsyona Ereb hat kirin.
Di operasyonan de 11 alavên leşkerî hatin îmhakirin. Di beyana koalîsyonê de weha hat gotin:
“Mîlîs xwe nadin ber lihevkirinê. Jiyana xelkê gundan û navçeyan bi fuze û dorpêçan tehdîd dikin û mafên mirovan yên navdewletî nadin ber çav.”
25 roje ku mîlîsên Hûsî navça Abdiyayê dorpêç kirine, bi sîlihên giran û fuzeyan li gundan dixin û roja înê avêtine ser Abdiyayê û xaniyên xelkê teqandine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin