PeyamaKurd – Wezareta karên derve yê Tirkiyê ragihand ku derewe Tirkiye konsolosa Hollandayê ji Tirkiyê derxistiye. Piştî 10 konsolosên welatên derve ku piştgirî dabûn Osman Kavala, serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdoğan fermanê dabû wezîrê karên derve da 10 konsolosan bişînin an ku di derbarê wan de kiryarên qanûnî bikin.
Li ser vê bûyerê di çapemeniyê de nûçeyên gemarî digerin ku Tirkiye konsolosa Hollandayê Marjanne de Kwaasteniet ê ji Tirkiyê derxistiye lê ev derewe. Ji ber ku dema konsolosekî derxin derveyê welat 72 se’et wext didine dîplomatan.
Wezareta karên derve yê Tirkiyê ragihan ku nûçe ji rastiyê dûre û derewe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin