Balyozê Polandayê: Wergirtina hezar an du hezar koçberan, nabe çareserî

Balyozê Polandayê: Wergirtina hezar an du hezar koçberan, nabe çareserî

PeyamaKurd – Bi hezaran koçber, li ser sînorê Belarûs û Polandayê kom bûne û di rewşeke giran de ne û li hêviya derbaskirina sînor in. Hikûmeta Polandê jî bi berdewamî hişyariyan dide û dibêje, “derbasbûna bo Polandê tenê bi rêyên yasayî dibe”, lê koçber jî rijd in li ser derbaskirina sînor. Herwiha Balyozê Polandayê yê li Herêma Kurdistanê Dominik Musiał daye zanîn: “Em kêfxweş in ku alîkariya koçberên li ser sînor bikin, lê divê hizir li ser çareseriyeke giştî ya pirsgirêkê bê kirin.

Serokê Lîjneya Peywendî û Rewenda Kurdistan a Parlamentoya Kurdistanê Rêbwar Babekî diyar dike, ji sala 2020an ve, derdora 4 ta 7 hezar kes koçberî derve bûne. Lê Serokê Dezgeha Lûtke ya ji bo Karûbarên Penaber û Koçberan Arî Celal eşkere dike, tenê îsal 25 hezar kesan ji Herêma Kurdistanê koç kirine. Hejmara kesên ku ji Herêma Kurdistanê çûne û niha li ser sînorê Belarûsê ne, digihîje derdora 4 hezar kesan.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil jî li ser koçberiya welatiyan diyar dike, hinek sedem hene û ew ê lîjneyekê pêk bînin ku li ser vê mijarê raportê amade bike û pêşkêşî Encûmena Wezîran bike.

Rewşa koçberan a li ser sînorê Belarûs û Polandê û rêjeya zêde ya koçberiyê ji Iraq û Herêma Kurdistanê, hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê û Parlamento neçar kirin ji bo dîtina rêya çareseriyekê û biryar e şandeke Parlamentoya Kurdistanê li ser vê mijarê biçe Belarûs û Polandê û li gel berpirsên her du welatan û koçberan bicivin.

Balyozê Polandayê yê li Herêma Kurdistanê Dominik Musiał daye zanîn: “Em kêfxweş in ku alîkariya koçberên li ser sînor bikin, lê divê hizir li ser çareseriyeke giştî ya pirsgirêkê bê kirin. Wergirtina hezar, an du hezar kesan û niştecihkirina wan li cihekî diyarkirî, ev nabe çareserî û wê wisa bike pirsigirêk mezintir bibe. Em ne amade ne deriyê wergirtinê an jî derbasbûnê ji bo koçberan vekin.”

Li gor komîsyona ser bi Netewên Yekbûyî, sala 2021, hejmara penaberan li cîhanê nêzikî 26 milyon û 400 hezar kesî bûye ku beşek ji wan Kurd in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin