PeyamaKurd – Saziya Geştên Esmanî ya Tirkiyê (THY) di derbarê belavbûna hin zanyariyên ku beşek ji koçberan di rêya geştên wê re xwe gihandine Belarûsê de, daxuyaniyek da weke bertekekê diyar kir, di geştên Belarûsê de ew cih nadin rêwiyên ji welatên Sûriyê, Iraq û Yemenê.
Saziya Geştên Esmanî ya Tirkiyê, piştî îdîayên birina koçberan bi rêya balafiran bo Belarûsê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, êdî rêwiyên ji welatên Sûriyê, Iraq û Yemenê nabin Belarûsê.
Saziya Geştên Esmanî ya Tirkiyê (THY) berî çend rojan li ser îdiayên birina koçberan bi rêya balafirên wan bo Belarûsê daxuyaniyek dabû û gotibû: “Di hinek kanal û organên medyaya navdewletî de tê îdiakirin ku Saziya Geştên Esmanî di geştên xwe yên bo Belarûsê de zemînekê bo trafîka koçberan çêdike. Ev nûçeyên ku di medyayê de hatine belavkirin ne rast in.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin