PeyamaKurd – Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn, bi beşdarbûna serkirdeyên Kurdistan û Iraqê li Zanîngeha Amerîkî – Kurdistanê li Duhokê destpê kir.
Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn îro destpê kir. Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî korbend vekir û bixêrhatina mêvan û beşdarvanan kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir, pêwîst e di vê korbendê de, tekezî li ser xalên girîng ên bandora wan li ser herêmê bi giştî hene bikin ku ji bilî keşûhawaya siyasî, guhertin di keşûhawaya xwezayî jî çêbûye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand, “Bêguman welatê me û herêm bi giştî di qonaxeke hestiyar re derbas dibe. Pêwîst e di vê korbendê de bi pêşkêşkirina nêrîn û gotaran, tekezî li ser xalên girîng ên bandora wan li ser herêmê bi giştî heye bikin ku ji bilî keşûhawaya siyasî, guhertin di keşûhawaya xwezayî jî çêbûye ku dikare bandorê li pêwendiyên welatên herêmê bike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha da zanîn: “Pirsgirêka avê wek mînak, yek ji pirsgirêkan e ku dikare bandorê li ser pêwendiyên welatên herêmê bike.”
Mesrûr Barzanî di berdewamiyê de destnîşan kir: “Niha em di qonaxa piştî hilbijartinên Parlametoya Iraqê re derbas dibin, hêvîdar im em bikarin vê qonaxê jî derbas bikin û Iraqê bibin kenara aştiyê.”
Herwiha eşkere kir: “Em dibînin ku guhertin li ser asta navçeyê hene, ji dirustbûna hevpeymanan û destpêkirina guftûgoyan di navbera welatan din ku ev jî diyardeyek e piştevaniyê li hemû cure guftûgoyên aştiyane dikin, da ku bigihîjin çareseriyeke guncaw di herêma me de.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de destnîşan kir: “Duhok bajarekî xweş e, bajarê pêkvejiyana ol û neteweyên cuda ye, eger dema we hebû, bi min xweş e hûn serdana bajêr bikin û bajêr bibînin.”
Herî dawî Mesrûr Barzanî tekez kir: “Hêvîdar im encamên gufûgo û danûstandina nerînên we yên di Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn de li ber çav bên girtin û bibin bernameyên kar û kar li ser bê kirin.”
Di korbendê de, Serkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Seroka Parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayîq û gelek serkirdeyên Iraqî û dîplomatên biyanî beşdar in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin