HSDê rapora Guardian red kir: Belgeya ku belav kirine saxte ye

HSDê rapora Guardian red kir: Belgeya ku belav kirine saxte ye

PeyamaKurd – Navenda Ragihandina HSDê bi daxuyaniyekê diyar kir, rapora Guardian ne rast e û belgeya ku belav kirine saxte ye.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk di daxuyaniyekê de da zanîn, rojnameya The Guardian a Brîtanî ketiye xefka saxtekariyê û rapora ku derbarê berdana girtiyên DAIŞî ji zindanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember pereyan belav kiriye, ne rast e û ew bi yekcarî vê yekê red dikin. Tevî ku wan berê tekez kiribû, ew belgeya ku bi raporê re hatiye hevpêçkirin, saxte ye.

Herwiha Navenda Ragihandina HSDê eşkere kir, wan ji rojnameyê re name şandiye û derbarê wê saxtekariya ku ketinê de li benda zelalkirinê ne.

Rojnameya Brîtanî The Guardian nûçeyek belav kiribû ku endamên berê yên DAIŞê yên ku li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê di girtîgehên bin kontrola HSDê de ne, di berdêla ‘plana lihevahatinê` de bi 6 hezar Euro hatine berdan. Lê Berdevkê HSDê Ferhad Şamî derbarê mijarê de ji Rojnameya Guardianê re axivî û diyar kir ku belgeyên ku kesên navborî di berdêla berdana wan de îmze kirine derew in û got ku pratîkeke wiha tune.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin