PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê ji ber 2 şîrketên Danîmarkayê ambargoya li ser Sûriyê binpêkirin, cezayê pera da wan. Hat ragihandin ku her dû şîrket ardûya balafiran (karesonî) firotine şîrketên Rûsyayê.
Doza binpêkirina ambargoya li ser Sûriyê li bajarê Odensê hat dîtin û dadgeh cezayê pere da her dû şîrketan. Dadgeran şîrketan bi 34 mîlyon Kronê Danîmarkayê ku dike 4 mîlyon û 600 hezar Ewro ceza kirin.
Dadger ev 2 mehe ku hesabê şîrketa Dan-Bunkeringê û şîrketa ku sîwana wê ye tehqîq dike û gihaye wê encamê ku di navbera salên 2015-2017 an de bi bihayê 90 mîlyon Ewroyî 172 hezar ton kerosenî firotine şîrketên li herêmê yên Rûsyayê.
Parêzerên şîrketê ragihandein ku ew nizanin şîrketên Rûsî bi karesoniyê çi kirine û şîrketên ku ardû firotinê, ne di lîsta reş ya dropêçan de ye.
Şîrketên Rûsî karesoniya ku kirîne teslîmê hêzên hewayî yê Rûsyayê kirine û neqliye ji tankêrê bo tankêrê hatiye kirin û karesoniya ku şîrketên Rûs kirîne, birine lîmana Banyasa Sûriyê. Şîrketên Danîmarkayê vê mijarê tev dizanin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin