Îsraîlê gundekî Quneytera yê Sûriyê topbaran kir

Îsraîlê gundekî Quneytera yê Sûriyê topbaran kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 6ê Çile hêzên Îsraîlê derdora gundê El-Hurriya yê li gundewarê Quneyterayê topbaran kir.

Li gorî ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê, Îsraîlê bi hejmareke topên tankan daristanên gundê El-Hurriya kir armanc ku di heman demê de dengê teqînan li herêmê hatine bihîstin. SANAyê derbarê ziyanên topbaranê de ti zanyarî belav nekirin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku di heman dema êrîşê de helîkopter û balafirên çavdêriyê yên Îsraîlê jî li asmanê herêmê difiriyan.

28ê meha borî jî Îsraîlê bi moşekan êrîşî konteynirên li bendera bazirganiyê ya Lazqiyeyê kiribû û cebilxane û moşekên milîsên Îranê kiribûn armanc.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin