Xwebexsên HEZKURDê ji bo dersa bijarte ya Kurdî bi hezaran brosûr belav kirin

Xwebexsên HEZKURDê ji bo dersa bijarte ya Kurdî bi hezaran brosûr belav kirin

PeyamaKurd – Xwebexşên Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) ku piştgiriyeke xurt didin hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî li dibistanên Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê, mal bi mal digerin û broşûrên serlêdana dersa kurdî nîşan didin li xelkê belav dikin.

Xwebexşên HEZKURDê di çarçoveya kampanya dersa bijarte ya Kurdî de ku 21ê vê mehê proseya serlêdanê bidawî dibe, bi hezaran broşûrên bangewazî û nîşandana serlêdana dersên kurdî li bajarên Diyarbekir û Şirnexê belav kirin.

Biryare HEZKURD vê kampanyayê li navçeya Bismil a Diyarbekirê û li bajarê Batmanê jî heta roja dawî ya serlêdanên dersa kurdî dewam bike û bang li malbatan bike ji bo zarokên xwe yên dibistanên navîn dersên bijarte yên kurdî hilbijêrin.

Îro bi awayekî hemwext, bi pêşengiya Berdevkê HEZKURDÊ Barij Celalî li taxên Seyrantepe û Rezan yên li Amedê, Û bi pêşengiya rêvebirê HEZKURDÊ Fethullah Elçî li Şirnexê, bi tevahî 10 hezar biroşûr hatin belavkirin. Kampanya dê heta 21ê heyvê li bajarên din jî berdewam be.

HEZKURDê li ser hesabê xwe yê medya civakî Twitterê derbarê kampanyayê de ragihand: "Îro bi awayekî hemwext, bi pêşengiya Berdevkê HEZKURDÊ Barij Celalî li taxên Seyrantepe û Rezan yên li Amedê, Û bi pêşengiya rêvebirê HEZKURDÊ Fethullah Elçî li Şirnexê, bi tevahî 10 hezar biroşûr hatin belavkirin. Kampanya dê heta 21ê heyvê li bajarên din jî berdewam be."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin