PeyamaKurd – Wezîrê berê yê perwerdê yê Turkiyê û hem damezrênerê AKP ê Hüseyin Çelik, li ser biryara dayîna cezayê ji bo şaredarê İstenbolê Ekrem İmamoğlu ku 2 sal 7 meh û 15 roj ceza danê, biryarê rexne kir. Çelik, di ser hesabê xwe yê Twitterê de biryarê rexne kir û got:
“Cezayê ku dan birêz Ekrem İmamoğlu, xerabiya herî mezine ku bi desthilata AKP ê re hatiye kirin. Cezayê ku di sala 1998an de dan birêz Erdoğan û cezayê ku niha dan Ekrem İmamoğlu di navbera wan de çi ferq heye? Hewla şekildana siyasetê ya leşker û darazê her wext birevajî bandorê kiriye. Vê biryarê tenê muxalefetê konsulîde (destke) dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin