PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistane Mesrûr Barzanî ragihand ku biryarên di konferansa 26 em ya guherîna kêşûhewayê yên Neteweyên Yekgirtî ku li Îskoçyayê li bajarê Glasgowê (COP26) hatin dayîn, destek dikin. Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandina xwe kir.
Barzanî got ku niqaşên di konferansê de hatine kirin ji bo bikevin nava tevgera li hemberê tehdîda kureyî, cesaretê dide û weha got:
“Hukumeta Herêma Kurdistanê tevlî zîrweyê bû da çi bikeve ser milên hukumeta Herêma Kurdistanê bike. Divê niha em bikevin nav tevgerê.”
Parastina xwezayê di nava wezîfeyên hukumeta 9 em ya Herêma Kurdistanê de heye. Parastina çavkaniyên avê, zêdekirina keskayiyê ya li herêmê ji bo hukumeta herêmê karên herî li pêşin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin