PeyamaKurd- Ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve hat ragihandin ku 7 kesên ku bi îdiaya pêşengiya xwepêşandanên Jîna Emînî yên li welêt dikirin û li ser navê Brîtanyayê operasyonan dikirin, dema dixwestin ji welêt birevin, hatine desteserkirin.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku kesên di nav wan de hemwelatiyên Îranî-Brîtanî jî hene, dema dixwestin ji Îranê birevin ji aliyê hêzên artêşê ve hatine desteserkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşê de hat diyarkirin ku kesên navborî endamên rêxistina Zagros a Brîtanyayê ne û bi banga tevlîbûna çalakiya Jîna Emînî, pêşengiya xwepêşandanan dikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku
"Rêxistina bi navê 'Zagros' a ku li welêt tevdigere û li Îranê bi bikaranîna komên li dijî rejîmê di nav welêt de serhildanan dimeşîne û di vê çarçoveyê de xebatên organîze dike, hat tespîtkirin û hat hilweşandin.
Operasyon, ji aliyê Yekîneya Îstixbarata Kermanê ya girêdayî Artêşa Supaya Pasdarên Îranê ve hat kirin û di derbarê tesbîtkirina têkiliyên hundir û derve yên rêxistinê de lêpirsînê berdewam dike."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin