‘Rewsa însanî li Efrînê pir giran e’

‘Rewsa însanî li Efrînê pir giran e’

PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropayê derbarê êrîşa ser Efrînê de rexneyan li Tirkiyê digire û ragihand ku operasyona Tirkiyê li Efrînê rewşa mirovî li Sûriyê xirabtir kiriye.

Duhî piştî bidawîbûna civîna Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê ku her 28 welatên endam beşdar bûn, daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku tevgera eskerî li Sûriyê rewşa mirovî li wî welatî xirabtir kiriye. Herwiha behsa wê yekê jî tê kirin ku Yekîtiya Ewropayê ji wê yekê nîgeran e rewşa mirovî li bakurê rojavayê Sûriyê xirabtir bibe, bi taybetî piştî tevgera eskerî ya Tirkiyê li bajarê Efrînê.

Li beramber Wezîrê Dewleta Tirkiyê  bo Karûbarê Yekîtiya Ewropayê Omer Çelîk, rexne li vê helwesta Yekîtiya Ewropayê girt û wek helwêsteke neberpirsane binav kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin