HDP ji bo tifaqeke nû bi 7 partî û rêxistinan re dicive

HDP ji bo tifaqeke nû bi 7 partî û rêxistinan re dicive

PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo tifaqeke alternatîf ji Tifaqa Cumhur a AKP-MHP û tiqafa Milet a CHP-IYIPê bi nûnerên 7 partî û rêxistinan re bi navê pêkanîna ‘Tifaqa Demokrasiyê’ civînekê saz dike ku civîn 18ê Çileyê 2022yanli Enqerê pêk tê.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, 18ê mehê roja Sêşemê li Enqerê bi nûnerên Partiya Kedê (EMEP), Malên Gel, Partiya Çepgir, Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) dicivin.

Li gorî zanyariyan wê di civînê de gotûbêjên ser Tifaqa Demokrasiyê bên kirin HDP dibêje, ew dê li Tirkiyê têkoşîneke berfireh a hevpar a hêzên şoreşger, sosyalîst û çepgir pêk bînin û bi wê tifaqê biçin hilbijartinên giştî yên Tirkiyê ku tê çaverêkirin di sala 2023yan de pêk were.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin