Hikûmeta Iraqê wê wezareteke din damezirîne

Hikûmeta Iraqê wê wezareteke din damezirîne

PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê bi armanca wekhewkirina mûçeyên şehîdên Kurdistanê û Iraqê, wê Wezareta Karûbarên Şehîdan damezirîne.

Li gor zanyariyên BasNewsê lijneya karûbarên şehîdan li encûmena nûnerên Iraqê raportek amade kiriye bo pêkanîna wezareta karûbarên şehîdan di çarçoveya hikûmeta Iraqê de.

Naveroka wê raportê de amaje bi wê hatiye kirin ku mûçe û îmtiyazên hemû kesûkarên şehîdan û girtiyên siyasî dê bikeve ser wê wezaretê û herêma Kurdistanê jî di nav de.

Seroka lijneya karûbarên şehîdan li parlamentoya Kurdistanê Sewsen Mihemed Mîrxan ragihand: ‘’Ew wezaret dibe sedemê birîna mûçe û îmtiyazên hejmarek şehîd û kesûkarên şehîdên Kurdistanê û girtiyên siyasî dê bê birîn. Ji ber Bexda ji sala 1968an pê ve mûçeyê şehîdan û îmtiyazên kesûkarên şehîdan hejmar dike, lê herêma Kurdistanê mûçeyê şehîdan ji sala 1960î pê ve dijmêre û eger mûçe û îmtiyazên şehîdên herêma Kurdistanê û girtiyên siyasî bikeve ser Bexdayê, wê demê mûçe û îmtiyazên beşek ji şehîdên berî 1968an dê bên birîn.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin