HDP saredara Bazîdê ji partiyê derdixe

HDP saredara Bazîdê ji partiyê derdixe

PeyamaKurd- Bi sedema esnaf û xelkê Bazîdê zêde ji şaredara  Bazîdê ji Yıldız Acarê gilî û gazinan dike, bi daxwaza derxistina ji partiyê hat sewqkirin bo komîsyona dîsîplînê ya partiyê.

Li gor ragihandina HDP ê; di derbarê Acar de ji xelkê Bazîdê, ji karsazan, ji esnafên bajêr, ji endamên partiyê gelek gazin hatine bo partiyê û partî 5 meh berê dest bi lêkolîna giliyan kiriye. Piştî lêkolînên partiyê ragihandina wan weha ye:

“ Ji niha û pê de hevşareda Bazîdê Yıldız Acar û rêvebiriya me ya îdareyên cîh ya demokratik, bi ti awayê siyasî û rêxistinî têkiliyên me nemane. Bi sedema zerara ku daye partiya me, bo derxistina ji partiyê, me wê şandiye komisyona dîsîplînê ya partiyê. Bo zanîna xelkê me û raya giştî agahiye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin