Hecîyekî Kurd li Mekeyê wefat kir

Hecîyekî Kurd li Mekeyê wefat kir

PeyamaKurd - Ragihandina Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku îro Pêncşemê 23yê Îlonê umrekarekî welatiyê Herêma Kurdistanê, di geşta Erebistana Siûdî ya bi mebesta suneta umreyê de, li bajarê Mekeya pîroz koça dawî kir.

Hat gotin ku navê umrekarê Kurd Mistefa Silêman Mistefa Mizûrî ye û niştecihê bajarê Duhokê ye û piştî celteya dil derbas kiriye, pênc rojan li Nexweşxaneya Melîk Ebdullah ya Mekeyê tedawî dibû ku îro Pêncşemê li nexweşxaneyê koça dawî kir.

Rêveberê Hec û Umreyê yê Duhokê Mela Sermed Cemîl ragihand ku biryar e termê heciyê Kurd îro li Goristana Şehîdên Heremê ya li Mekeya pîroz were veşartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin