PeyamaKurd - Hemreş Reşo, ku tevaya jiyana xwe jibona azadiya gelê Kurd terxan kiribû di rojek wek îro de, sala 2002yan çavên xwe ji vê jiyanê re girt û çû ser dilovaniya xwe.
Hemreş Reşo di sala 11.02.1939 de li gundê Saqo yê ser nehiya Kolik di herêma Semsurê de hatibû dinê. Piştî perwerdeya sereta û navendî, di salên 1957 tanî 1963an xwendina bilind di bajarên Istanbul û Ankara temam kiribû.
Sala 1963 derbazê Awrupayê bû û demek şûnda li Almanya damezra. Li Almanya jî di zankoya Berlînê de xwendina aboriyê temam kir.
Hemreş Reşo, xwedê jê razî, hê di dema xwendina xwe ya li Tirkiyê dest bi karê siyasû kiribû û li Awrupa jî wek siyasiyek profesyonel berdewam bu di tevgera azadixwaz a miletê Kurd de bû.
Di sala 1967’de seredana şoreşa başûr kiribû û xwe gihandibû cem serokê nemir Mustafa Barzanî. Hemreş Reşo, piştî vegera xwe ji başûr, di karê xwe yê siyasî de aktîftîr bû û bû yek ji nûnerên serokê nemir Mustafa Barzanî li Awrupa.
Hêjayî gotinê ye, ku Hemreş Reşo piştî şikesxwarina şoreşa Îlonê di sala 1975 de wek gelek kadirên PDK ji rêbaza Barzanî dûr neket û ew heta çavên xwe ji dinyayê re girt, ma li ser rêbaza Barzaniyê nemir.
Hemreş Reşo, di jiyana xwe ya siyasî de, di sala 1992 de rolekî bêhempa leyîstibû, di pêkanîna yekîtiya aliyên curbecur di nav refên PDK-Bakur de. Wê demê gelek rêxistin, partî û kesayet ketibûn nav refên PDK-Bakurê.
Lê gelek heyf û mexabin, piştî pêkanîna yekîtiya PDK-Bakur Hemreş Reşo tuşî nexweşiyeke giran bû. Nexweşiya wî demek dirêj rê li ber xebata wî girt û dawiyê da, 27.12.2002 de çavê xwe ji jiyanê re girt û çû ser dilovaniya xwe.
Gotina wi ya herî girîng, "Hûn çi dikin bikin yekrêziya xwe biparêzin" bû.
Em wî bi rêzdarî bibîr tînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin