PeyamaKurd – Li ser rewşa Şengalê, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Hesen Ke'bî axivî û dixwaze rewşa Şengalê were asayîkirin û avakirina deverê destpê bike.
Hesen Ke'bî pêşwazî li şandeke Kurdên Êzîdî yên navçeya Şengalê kir û daxwaz kir, Şengal ji nakokiyên siyasî were dûrxistin û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Iraqê, rasterast serperiştiya dosyeya wê deverê bike.
Herwiha Ke'bî daxwaz kir, rewşa Şengalê were asayîkirin û dest bi avakirina navçeyê were kirin.
Ev di demekê de ye ku ji bo asayîkirina rewşa Şengalê, rêkeftin di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê hatiye îmzekirin, lê heta niha jî Hikûmeta Iraqê ev rêkeftin cîbicî nekiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin