PeyamaKurd – Mehmet Selçuk, Hevserokê Berê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) a Rêxistina Îdirê, di doza ku tê de dihat darizandin de, 13 caran bi cezayê muebeta giranbiha hat cezakirin. Selçuk, sala borî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îdirê de hatibû binçavkirin û girtin. Biryara dawî di rûniştina 14ê Mijdarê de li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îdirê hat dayîn.
Selçuk bi îdiaya ku berpirsiyarê teqîna sala 2015an e dihat darizandin. Di wê salê de, li nêzîkî Deriyê Sînor ê Dîlucuyê, teqemeniyên ku li ser rê hatibûn bicihkirin, di dema derbasbûna wesayîta polîsan de hatibûn teqandin û di encamê de 13 polîsan jiyana xwe ji dest dabûn.
Neh sal piştî bûyerê, li ser îxbarekê lêpirsîn hat destpêkirin û di vê çarçoveyê de Mehmet Selçuk hat girtin. Dadgehê ji ber mirina her polîsekî, carek cezayê muebeta giran li Selçuk birî, ku bi giştî dike 13 caran muebeta giran. Selçuk niha li Girtîgeha Elezîzê tê ragirtin