Hewlêr | 'Ferhad Pîrbal pirtûkxaneya min sewitand'

Hewlêr | 'Ferhad Pîrbal pirtûkxaneya min sewitand'

PeyamaKurd -  Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê pirtûkxaneyek hat şewitandin ku xwediyê pirtûkxaneyê îdia dike ku pirtûkxaneya wî ji aliyê nivîskar Ferhad Pîrbal ve hatiye şewitandin.

Li gorî zanyariyan şeva borî li Hewlêrê pirtûkxaneya bi navê “Malî Wefayî” şewitî û ziyaneke mezin di pirtûkxaneyê de çêbû.

Xwediyê pirtûkxaneyê Soran Ezîz ji televîzyona K24 re da xuyakirin, "Di pirtûkxanê de pênc hezar pirtûk hebûn û di depoya wê de jî 100 karton pirtûk hebûn. Beşek ji wan şewitîne û beşek jî êdî kêrî xwandinê nayên, ji ber ku di dema vemirandina şewatê de wêran bûne."

Soran Ezîz got ku wî 10 salan zehmet kişandibû û ew pirtûkxane bi zorî û zehmetiyan çêkiribû, lê ji ber wê şewatê bi qasî 80 hezar dolar ziyan gihîştiye wî.

Ezîz, nivîskarê kurd Ferhad Pîrbal bi şewitandina pirtûkxaneya xwe tohmetbar kir û got, roja pêncşemê (11 vê mehê) wî du pirtûkên Ferhad Pîrbal çap kiribû, Ferhad Pîrbal ew bi wê yekê tohmetbar kiribû ku mafê wî xwariye û ji ber wê jî tehdîd kiribû ku dê pirtûkxaneya wî bişewitîne, wî jî ji polîs re gotibû û daxwaz kiribû pirtûkxaneya wî biparêzin. Wisa xuya dike ti kesî pirtûkxaneya wî neparastiye û Ferhad Pîrbal çûye şewitandiye.

FERHAD PÎRBAL HAT GIRTIN

Piştî giliyê xwediyê pirtûkxaneyê, berdevkê polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz ragihand, nivîskarê kurd Ferhad Pîrbal bi tohmeta şewitandina pirtûkxaneya “Malî Wefayî” hatiye girtin.

Ferhad Pîrbal jî îro li ser rûpela xwe ya facebookê, ew tohmet qebûl kiribû û gotibû, wê pirtûkxanê bêyî rizamendiya wî pirtûkên wî çap kiriye û ji xwe re firotiye. Dema wî daxwaza mafên xwe kiriye, guh nedanê ji ber wê jî çûye pirtûkxane şewitandiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin