Hewlêr | Li dijî 100 salîya Iraqê û zilma ser Kurdan kampanyaya Kurdistanî hat destpêkirin

Hewlêr | Li dijî 100 salîya Iraqê û zilma ser Kurdan kampanyaya Kurdistanî hat destpêkirin

PeyamaKurd – Rewşenbîr, têkoşer, nivîskar, mafparêz û kesayetên siyasî, civakî û akademîk di çarçoveya salvegera 100 saliya Iraqê de, kampanyayeke Kurdistanî li hember zilmên bi dirêjahiya sed salên dewleta Iraqê dan destpêkirin.

Kampanyaya Kurdistanî îro Duşemê 23yê Tebaxê li Hewlêrê bi civîneke rojnamevanî hat ragihandin.

Nivîskar û siyasetmedar Azad Cundiyanî di civînê de diyar kir: “Di 23ê Tebaxa îsal de dewleta Iraqê ber bi 100 saliya damezrandina xwe gav diavêje, piştre jî bi zorê pêvekirina Başûrê Kurdistanê bi wê statuyê ve, ev berevajî daxwaza neteweya Kurd bû û peymana Sewrê ji sala 1920an ve, di vê 100 saliya dewleta Iraqê de ji dema damezrandinê ve heta niha dewlet wisa bûye ku di piraniya qonaxên xwe de, hinek demên kurt jê derkeve, hemû hikûmetên wê, yek li pey yekê din, serdema paşatî û komariya ji sala 1958an û piştre jî serdema rejîma Be'sê heta digihîje qonaxên piştî rejîma Be'sê û niha jî hikûmetek bûye, li hember Kurd û Kurdistanê, weke netewe û niştimanek bi hemû pêkhate û olên xwe ve, dagirkerane û bi şêwaz û amrazên cur bi cur ên tund û dijwar tevdigere, wek nimûne guhertina demografî û erebkirin û jenosîdkirina xelkê Kurdistanê û wêrankirin û têkbirina jîngeha Kurdistanê.”

Azad Cundiyanî destnîşan kir: “Xelkê Kurdistanê di van 100 salan de gelek zirarên madî û manewî dîtin. Di gelek qonaxan de jî, bi taybetî piştî serdema Be's û şerê DAIŞê jî, Kurd li bendê bû ku ew hemû şiyana li dijî wan hatine kirin, dewleta Iraqê bi hemû saziyên xwe daxwaza lêborînê bike, kesên ku zirar jî dîtine, qerebû bike, bi taybetî enfalkiriyên Feylî, Barzanî, Germiyan, Badînan û deverên din, herwiha kîmyabarakirina Helebce, Şêxwesenan, Gopte û deverên din, xwe jê veşartina dewleta Iraqê ji bo negirtina tawanan ser stûyê xwe ji ber îmzenekirina peyman û rêkeftinên navdewletî ye, ku bi dadgehên navdewletî yên tawanan ve girêdayî ne. Ev xwe veşartina ji wan tawanan bi qasî wan tawanan nebe jî, ti car ji wan tawanan kêmtir nîne.

Cundiyanî got: “Niha jî zirardayîna li gelek warên cuda cuda yên madî û manewî û psîkolojîk, bi taybetî erebkirina bi rûyekî nû, herwiha gefa serkutkirina serbazî li ser xelkê Kurdistanê didome.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin