PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 9ê Nîsanê budçeya bo mûçeyên meha Adarê bi tevahî bo Herêma Kurdistanê hatiye şandin û wê mûçe di nav 3 rojan de bên dabeşkirin.
Li gorî hatiye eşkerekirin, 957 milyar û 122 milyon dînar mûçeyê meha Adarê ketiye ser hesabê Banka Navendî.
Tê çaverêkirin ku roja yekşemê dest bi dabeşkirina mûçeyan bê kirin û di nav sê rojan de bi dawî bibe.
Hêjayî gotinê ye, doh çarşemê Wezareta Darayî ya Herêmê ragihandibû ku wan 43 milyar û 94 mîlyon û 141 hezar dînar, wekî dahata ne-neftî ya meha Adarê, bi awayê neqdî radestî hesabê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal a şaxê Hewlêrê yê Banka Navendî ya Iraqê kiriye.