Hilberîna li zeviya petrolê ya Sersenga Dihokê ji ber êrîşa dronan hat rawestandin

Hilberîna li zeviya petrolê ya Sersenga Dihokê ji ber êrîşa dronan hat rawestandin

PeyamaKurd - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku şeva borî zeviya petrolê ya HKNyê a li navçeya Sersengê ya parêzgeha Dihokê, rastî êrîşeke bi balafirên bêmirov (dron) hatiye.

Li gorî zanyariyan, êrîşa ku ji aliyê "komên neqanûnî" ve hatiye kirin, ziyaneke madî ya mezin gihandiye tesîsên petrolê. Piştî van ziyanên teknîkî û ji ber metirsiyên ewlehiyê, hilberîna petrolê li vê zeviyê bi tevahî hatiye rawestandin.

Wezaretê ev êrîş wekî kiryareke terorîstî bi nav kir û tekez kir ku hedefgirtina zeviyên petrolê ne tenê ziyanê digihîne aboriya Herêma Kurdistanê, lê belê dibe sedema ziyanên mezin li ser dahata giştî ya hemû Iraqê.

Di daxuyaniya fermî de hat gotin ku berpirsiyariya van êrîşan rasterast li ser milê ew aliyan e ku li wan deveran desthilatdar in an jî rê didin êrîşkaran ku ji sînorên kontrola wan derkevin û binesaziya stratejîk bikin hedef.

Wekî bersiv, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bangeke lezgîn arasteyî hikûmeta Bexdayê kir. Di vê daxwazê de ji Bexdayê tê xwestin ku gavên pratîkî û berbiçav ji bo parastina binesaziya aborî û ewlehiya sektora enerjiyê ya Iraqê biavêje.

Wezaretê hişyarî da ku berdewamiya van êrîşan dê bandoreke neyînî li ser aramiya aborî ya welêt bike û binesaziya ku debara jiyana xelkê li ser e, têxe xeterê.