Hilbijartinên Iraqê | Hejmara kursiyên ku partiyên Kurd bi dest xistin hatin ragihandin

Dîroka Weşanê :
Hilbijartinên Iraqê | Hejmara kursiyên ku partiyên Kurd bi dest xistin hatin ragihandin

PeyamaKurd - Li gorî encamên fermî yên yekem ên hilbijartinên li Iraq û Herêma Kurdistanê, partiyên Kurdî 58 kursî bi dest xistin.

Encamên hilbijartinên 11ê Mijdarê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê ve hatin ragihandin.

Li gorî encamên hatine ragihandin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi 1,099,826 dengan 27 kursiyên virtual bi dest xist.

PDK li paytexta Hewlêrê 9 kursî, li Duhokê 9 kursî, li Silêmaniyê 2 kursî, li Mûsilê 6 kursî û li Kerkukê 1 kursî şand parlementoyê.

Yekîtîya Welatparêzên Kurdistanê (YNK) bi 548,296 dengan 18 kursî bi dest xist. YNKê ligel hevpeymaniya xwe li Silêmaniyê 9 kursî, li Kerkukê 4 kursî, li Hewlêrê 3 kursî û li Mûsilê 2 kursî bi dest xist.

Tevgera Helwest, bi serokatiya Elî Heme Salih, pênc kursî bi dest xist: sê li Silêmaniyê û du li Erbîlê.

Yekîtîya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) çar kursî bi dest xistin: du li Silêmanî û du li Duhokê. Tevgera Nifşê Nû, ku di hilbijartinên berê de neh kursî bi dest xistibû, vê carê tenê sê kursî bi dest xistibû.

Cemiyeta Dadmendîya Kurdistanê (Komel) li Silêmanî tenê yek kursî bi dest xistibû.

Li gorî van encaman, partîyên Kurdî bi tevahî 58 kursî bi dest xistine.