Hinardeya Îranê ji bo Herêma Kurdistanê %40 daketiye û Tirkiyê cihê Îranê girtiye

Hinardeya Îranê ji bo Herêma Kurdistanê %40 daketiye û Tirkiyê cihê Îranê girtiye

PeyamaKurd Odeya Bazirganiya Parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê diyar kir, di sala borî de (li gor sala Îranê wate ji 21-3-2021 ta 21-3-2022) hinardeya Îranê ji bo Herêma Kurdistanê bi rêjeya %40 daketiye û Tirkiyê cihê Îranê girtiye.

Serokê Odeya Bazirganiya Parêzgeha Sine Seyid Kemal Hisênî eşkere kir, ew hema hema bazara parêzgeha Silêmaniyê ji dest didin û diyar kir, %40 ji hinardeya Îranê ya ji bo  Herêma Kurdistanê kêm bûye.

Herwiha Hisênî destnîşan kir, pirsgirêkên di navbera rêvebirên deriyên sînorî yên parêzgeha Sine de û pirsgirêkên girêdayî yasa û rêkaran ji sedemên daketina rêjeya hinardeya Îranê ne.

Serokê Odeya Bazirganiya Sine eşkere kir, çavkanî û derfetên Îranê gelek ji Tirkiyê baştir in, lê bazirganiya Tirkiyê li gel Herêma Kurdistanê 2 ta 3 qatî bazirganiya Îranê ye.

Serokê Odeya Bazirganiya Sine diyar kir: “Berê me digot bazara navçeya Silêmaniyê di destê me de ye, lê niha li wê navçeyê jî kelûpelên Tirkî cihê kelûpelên Îranî digirin.”

Kemal Hisênî herî dawî da zanîn, piştgiriya Tirkiyê ji bo bazirganên xwe, nizimiya kalîteya kelûpelên Îranî, paşve vegerandina kelûpelên Îranî û nebûna planeke rêkûpêk wek sedemên daketina bazirganiya di navbera Îranê û Herêma Kurdistanê de nîşan da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin