PeyamaKurd - CEOyê Volkswagenê Herbert Diess, li ser plana avakirina fabrîqeya otomobîlan li Tirkiyê ku niha hatiye rawestandin bal kişand ser êrîşên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê û got ku lazime bi awayekî etîk tevbigerin.
Diess di nivîsa xwe ya li ser platforma kar LinkendInê de ji bo avakirina fabrîqeya VWyê li bajarê Manîsa yê Tirkiyê balê dikişîne ser êrîşên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê û dibêje, “Li demeke ku hîn mirov têne kuştin, emê li ber meydana şer fabrîkayê ava nekin.”
CEOyê VWyê bersivê dide rexneyan û herwiha bendewariya xwe ya li ser vêxistina çiraya kesk bo sepandina dorpêçan ser Tirkiyê tîne ziman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin