Mezlûm Ebdî û Nûnerê Amerîkayê bi hev re agirê Newrozê vêxistin

Mezlûm Ebdî û Nûnerê Amerîkayê bi hev re agirê Newrozê vêxistin

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Amerîkayê David Brownstein, li Rojavayê Kurdistanê agirê Newrozê bi hev re vêxistin.

Dîmenên ku Mezlûm Ebdî û David Brownstein digel hev agirê Cejna Newrozê vêdixin hatin belavkirin.

Piştî vêxistina agir ahenga Newrozê ya bi beşdarîya şervanên HSDê hat destpêkirin û Cejna Newrozê hat pîrozkirin.

Hêjayî gotinê ye piştî belavbûna van dîmenên ku medya Rojavayê Kurdistanê belav kirine, li Tirkiyê bertek bo beşdariya nûnerê Amerîkayê ligel Mezlûm Ebdî hatin nîşandan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin