PeyamaKurd – Li payîtexta Somaliyê li Mogadişoyê bi erebeya bombe barkirî êrîşê wezareta perwerdê kirin. Dîwarê avahiya wezaretê zerar dît û cam şikiyan. Ambûlans û polîs çû ciyê bûyerê û xelk civiya da alîkariya birîndaran bikin. Cara duyem bi erebeyeka dinê ya bombe barkirî êrîş birin ser qelebalixê.
Li gor parvekirinên di medya de, ji ciyê bûyerê dûman bilind dibe. Berdevkê polîsê netewî yê Somaliyê Sadiq Dodishe, piştî êrîşa duyem ku li ciyekî gelek qelebalixê çêbû got ku gelek kesên sîvîl wenda ne. Polîsekî ji ciyê bûyerê yê bi navê İbrahim Muhamed weha ragihandiye:
“Erebeya bombe barkirî ajotin jîngeha wezaretê û piştî wê dengê sîlihan hat. Di nav çend deqeyan de li heman deverî teqîneka dinê çêbû.”
Kes heya niha bûyerê negirtiya terefê xwe û di teqînan de çend kes mirine an birîndarin nayê zanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin