PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li devera Soran û Mêrgesorê 3 kesên ku ketibûn avê da xwe hînik bikin di avê de fetisîn. Berdevkê rêvebiriya berevaniya sîvîl ya li Soran Beyar Miheyeddîn ji Basnewsê re ragihandiye ku di 17 ê hezîranê de xortekî 36 salî yê bi navê Fettah Ferzende li devera Mêrgesorê di çemê Çamê de fetisiye.
Her weha car din di 17 ê hezîranê de danê sibê li devera Soran li Geliyê Elî Begê 2 xortên ku xwestine xwe hînik bikin ketine avê û di avê defesitîne lê navên her dû xortan nehat ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin