PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Hollandayê Joost Flamand di hevdîtinekê de ligel şandeya Herêma Kurdistanê li bajarê Laheyê, pesnê qehremaniya hêzên Pêşmerge di têkbirina DAIŞê de da.
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Safîn Dizayî û Nûnerê Herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî, duh 24ê Nîsanê serdana Wezareta Derve ya Hollandayê kirin.
Di civînê de hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê di navçeyê de wekî faktorekî sereke yê aramiya herêmî û çareserkirina qeyranan tê dîtin. Di hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina vê pêgeha siyasî û ewlehîyê kirin.
Êrîşên moşekî hatin gotûbêjkirin
Mijareke herî girîng a hevdîtinê, êrîşên bi drone û moşekan bûn ku li ser Herêma Kurdistanê bi taybetî piştî daxuyaniyên ragihandina agirbestê têne kirin.
Şandên Hollandayê û Herêma Kurdistanê bal kişandin ser bandora neyênî ya van êrîşan ku aramî û ewlehiya herêmê dixe bin metirsiyê. Di dawiya civînê de, Hollandayê careke din amadehiya xwe ji bo xurtkirina peywendiyên dualî û pêşxistina hevkariyan di warên cuda de nîşan da daku pêvajoya aştiyê li navçeyê were parastin.