Li beravên Sûriyê kestiyeke petrolê teqiya

Li beravên Sûriyê kestiyeke petrolê teqiya

PeyamaKurd – Hat ragihandina ku li nêzîkî beravên bendera Banyas a Sûriyê, teqînekê rû daye ku agir bi keştiyeke petrolê ketiye.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku teqîn di keştiya tankêr a petrolê de çêbûye, lê derbarê ziyanên wê û sedema teqînê de ti hurgilî belav nekirin.

Di nûçeya SOHRê de hatiye gotin ku îhtimala xirabûneke teknîkî di keştiyê de, kêm e û hê nehatiye zanîn bê li pişt wê bûyerê kîjan alî heye.

Li aliyê din medya fermî ya Sûriyê jî îdia kiriye ku teqîn dema xebatên temîrkirina keştiyê rû daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin