Lavrov: Kurd neteweyek e û dîrokeke wê heye

Lavrov: Kurd neteweyek e û dîrokeke wê heye

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi hevkarê xwe yê îranî Cewad Zerîf re li Moskowayê di civîneke rojnamevaniyê de axivî. Lavrov got, “em rêzê li mafê serweriya kurdan re digirin lê divê Amerîka ji Sûriyê derkeve.”

‘DIVÊ MAFÊ KURDAN WERE PARASTIN’

Lavrov destnîşan kir ku divê mafê kurdan were parastin. Lavrov  wisa axivî:

Divê pirsa kurdî di wê çarçoveyê de were çareserkirin ku rêz li serweriya xaka her welatî bê girtin ku kurd lê dijîn. Em di wê baweriyê de ne ku divê mafê kurdan were parastin. Kurd neteweyek e. Dîrokeke wan heye. Bi sedan sal e li Sûriyê dijîn. Yanî divê xelk li ser xaka xwe bijîn. Ew mîrateya wana dîrokî ye.”

‘HEBÛNA AMERÎKAYÊ LI SÛRIYÊ NE MEŞRÛ YE’

Lavrov guhertina demografiyê ‘pêvajoyeke metirsîdar e’. Lavrov mijar anî ser hebûna Amerîkayê li Sûriyê û diyar kir ku hebûna Amerîkayê li Sûriyê ne meşrû ye. “Hebûna me kir ku ew bikevin nava tevgerê. Ev jî rageşiyan derdixe holê.” 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin