PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandin ku "xwekujekî xwe di garaja nexweşxaneyekê li bajarê Qamîşloyê de teqand û di êrîşê de tenê ziyana madî çêbû."
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro (21ê Çile) diyar kir ku "di heman demê de bi êrîşeke bi droneyan a li ser taxa Oweyca ya nêzîkî stasyona trênê li bajarê Qamîşloyê, xwekujekî li ser motorsîkletê xwe di garaja Nexweşxaneya Dil û Çavan de teqand."
Daxuyaniyê wiha got, "Li gorî agahiyên destpêkê, zirar tenê bi zirarên madî ve sînordar e, tu ziyanên can çênebûne."