HSD: 12 DAISî hatin kustin, 150 sivîl hatin rizgarkirin

HSD: 12 DAISî hatin kustin, 150 sivîl hatin rizgarkirin

PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê amarên dawî yên şerê dijî DAIŞê li bajarokên Hecîn û Elsûsê ragihand ku 150 welatiyên sivîl hatine rizgarkirin û 12 terorîstên DAIŞê hatine kuştin. 

Hat diyarkirin ku hêzên HSDê li Hecîn û Elsûse pêşve çûne û rêyên rizgarkirina sivîlan vekirine.

Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawî de, li navçeya Hecîn û Elsûsê yên rojhilatê Firatê 150 welatiyên sivîl hatine rizgarkirin ku piraniya wan jin û zarok in.

 HSDê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 12 terorîstên DAIŞê jî hatine kuştin ku hîn şer û pevçûnên dijwar li herêmên rojhilatê Dêrazorê berdewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin