HSD ê rêjeya 3 rojan ragihand

HSD ê rêjeya 3 rojan ragihand

PeyamaKurd- Roja 4 ê ye ku artêşa Tirkiyê operasyona bi navê “Kaniya Aştiyê” bo ser Rojava dike û hêzên li hember yên HSDê rêyeja encama 3 rojan bo çapemeniyê ragihand. Navneda çapemeniyê ya HSD e ragihand ku di nav 3 rojan de di şerê navbera her dû aliyan de 118 mîlîsên bi ser artêşa Tirkiyê de hatine kuştin û 90 heb jî birîndar bûne. Ji HSD ê 23 kes jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê jî dibêje ku ji HSDê 74 çervan jiyana xwe dane û ji artêşa netewî ya Sûriye ya ku Tirkiye wê destek dike 49 kes jiyana xwe ji dest dane.

Navenda çapameniyê ya HSDê weha dibêje:

Li Girê Spî û devera Silûkê şerên dijwar diqewimin. Li gundê Til Findir û Yabsê şer û pevçûn heye. Di şer de 14 leşker û ji Artêşa Azad 108 kes hatine kuştin. 5 HSD yî birîndar bûne û 2 şervan jiyana xwe ji dest dane.

Li Serê Kaniyê şer dewam dike. Di şerê Serê Kaniyê de 94 kes ji artêşa Sûriyê ya Netewî hatine kuştin û 80 birîndar hene. Li gundên bi navên Til Helef, Elezîziyê - Til erqem,  Xirbet Benat, Til Xenzîr û Diwêra şer dewam dike. Di şer de 20 çekdarên HSDê mirine û 24 şervan birîndar bûne.

Li Kobaniyê leşkerekî Tirk jiyana xwe ji dest daye

Li Dêrîk a Hemo artêşa Tirkiyê sînor derbas kiriye. Li gundê Qesir dîbê şer û pevçûn di navbera her dû aliyan de derketiye û di encamê de 6 leşker hatine kuştin û 23 leşker birîndar bûne. Li gundê Delavê Kera alaveka zirxî ya Tirkiyê hatiye roxandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin