PeyamaKurd – Di demekê de ku danûstandin li Şamê berdewam dikin, nûçeyên tirsnak ji qadê tên. HSD ragihand ku hêzên Şamê bi rêbazên DAIŞê hêsîran dikujin.
Senatorê Amerîkî Graham bi cezayên “şikêner” gef li Şamê xwar.
Vîdyoyek ku ji hêla Navenda Çapemeniyê ya HSD ve hatî parvekirin nîşan dide ku komeke çekdar girtiyan îşkence dike û wan dikuje.
Di dîmenan de, tê bihîstin ku kesek lingê xwe datîne ser serê endamekî HSD, diqîre "tolhildan" û dibêje, "Em bi kêran serê endamên PKKê jê dikin."
HSD bi lezgînî bang li civaka navneteweyî kir ku sûcdaran ceza bikin.
Amerîka gefên cezayên "şikêner" dixwe di demekê de ku artêşa Sûriyê ber bi Reqayê ve diçe û şer û pevçûnên li dora zindanan li Washingtonê deng vedidin.
Senatorê Amerîkî Lindsey Graham hişyarî da rejîma Sûriyeyê ku eger operasyonên leşkerî yên li dijî Reqqayê nesekinin, Sûriye dê bi cezayên "şikêner" re rû bi rû bimîne.
Gram tekez kir ku ketina girtîgehên DAIŞê wê bibe karesatek ewlehiya cîhanî.
Girtina Girtîgeha Şedadiyê ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve û îdiayên revîna bi hezaran endamên DAIŞê kaosê li herêmê kûrtir dike.