PeyamaKurd – Li ser xebera medya Qatarê, di derbarê birayê Beşar Esad ku fermandarê leşkerî bû, hatibû ragihandin ku Mahir Esad di ser Rojavayê Kurdistanê de di rêya HSDê de derbasî Iraqê bûye, HSDê daxwuyanî da.
Li ser bûyerê navenda çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi nivîskî ragihand ku di nûçeya Al Jazeere Net de xebera ku di derbarê Mahir Esad de gotibû ‘Mahir Esad di devera HSDê de reviyaye Iraqê û HSD ji çûna wî re hêsankariyê kiriye’ got ku ev xeber derewe.
HSD, di daxwuyaniya xwe de got ku temamê xeberê derewe û armanc ewe ku li ser xelkê û hêzên HSDê leystikan bileyîzin. HSDê got ku li rojavayê Dêrezorê deriyên sînor vekirîne, deriyê navbera Iraq-Sûriyê yê El-Kaimê ku di wexta aktif diexebitî de, ji 3 hezarî zêdetir leşker û zabitên Baasê di ser Dêrezorê de, di ser Çola Sûriyê de derbasî Iraqê bûn û nehewceye ku Al Jazeere Net behsa karekî qaçax ya weha bike.
Artêşa Iraqê pêşwaziya leşkeran kiriye û wan neqlê deverên bi ewle kirine û hewcedarî nedîne ku bi ûsûla qaçax vî karî bikin.
HSDê got ku ev xeber nîşana nefret û dijminahiya xelkê û herêma wan e. HSD bi sedan operasyonan kiriye ser kesên karê qaçax yên maddeyên hişbir û malên wan îmha kiriye.
HSDê bangî dezgeyên medyayê kir ku di vê rewşa ku Sûriyê tê de ye, xeberên xwe rast û bêteref çêbikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin