Hukumeta Herêma Kurdistanê sersaxî da malbata Bush

Hukumeta Herêma Kurdistanê sersaxî da malbata Bush

PeyamaKurd- Berpirsê pêwendiyê derve yê hukumeta herêma Kurdistanê Felah Mustafa, bi sedema wefata serokê berê yê Amerîkayê George H. W. Bush peyameka sersaxiyê belav kir.

Felah Mustafa peyama xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de belav kir. Di peyama xwe de xemgîniya xwe bo wefata bav Bush ragihand û got ku dinya mezinekî dewletê wenda kiriye. Di dewama peyama xwe de bo malbata Bush û hezkiroxên Bûsh daxwaza sersaxiyê kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin