PeyamaKurd – Hukumeta Herêma Kurdistane beşa medyayê ya agahiyan rêjeya şerê navbera DYA-Îsraîl û Îranê ya ji 28ê Sibatê heya 20ê Nîsanê ku çi encam li Kurdistanê daye, ragihand.
Di agahiyan de hat gotin ku heya 20ê Nîsana 2026an 809 êrîş çûne ser Kurdistanê. Tevî herêma Kurdistanê di şer de teref negirtiye jî, ji aliyê can û mal de, zerara herî mezin diye.
Di navbera 28ê Sibatê û 20ê Nîsanê de li Kurdistanê 20 kes jiyana xwe ji dest dane û 123 kes birîndar bûne. Li gor rapora hukumeta Kurdistanê; di 2 mehên dawiyê de di 809 êrîşên dronî û İHAyan de, 701 drone û 108 fuze bikaranîne ser Kurdistanê.
Li Erbîlê 477 êrîşan, bi 419 drone û 58 fuzeyan êrîş kirine. Di êrîşên ser Erbîlê de, 10 kes şehîd bûne û 83 kes birîndar bûne. Li Erbîlê xaniyên 726 welatiyan, kargeh û erebe zarê dîne.
Li bajarê Silêmaniyê li Soranê 68 êrîş çêbûne (59 drone û 9 fuze). Li deverê 7 Pêşmerge şehîd ketine, 34 kes birîndar bûne û mulkên 35 welatiyan zerarê dîne.
Li bajarê Silêmaniyê û Helebçe 235 êrîş çêbûne (194 drone û 41 fuze). Di êrîşan de 3 kes mirine û 6 kes birîndar bûne. Di êrîşên ser jîngehan de, di 24 êrîşan de bi dehan welatî zerarê dîne.
Li Duhokê bi dronan 29 êrîş çêbûne. Kes nemiriye lê di 13 bûyeran de şîrketên taybet û xaniyên welatiyan zerarê dîne.
Hukumeta Herêma Kurdistanê di rapora xwe de bertekê nîşanî êrîşan da û got ku êrîş ne tenê bi hedefên leşkerî sînordarin lê zerarê dane bi sedan mulkên sîvîlan û çavkaniyên debara welatiyan.