PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Husên Yezdanpena, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber metirsiya "qirkirinê" û "komployên navneteweyî", hêzên wan biryar dane ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.
Yezdanpenayê ku daxuyaniya xwe wekî "Fermandarê Giştî yê Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê" îmze kiriye, destnîşan kir ku parastina Rojavayê Kurdistanê erkeke neteweyî ye.
Yezdanpena di daxuyaniya xwe de rejîma veguhêz a Şamê tohmetbar kir ku dixwaze têkçûnên xwe yên li hemberî Îsraîlê bi êrîşên li ser Kurdan telafî bike. Her wiha rexneyên tund li Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack girtin û ew bi "bazirganiya li ser nirxan" gunehbar kir.
Fermandariya PAKê ragihand ku ew amade ne tavilê bi aliyên peywendîdar re bikevin diyalogê da ku rêyên lojîstîk û veguhastinê ber bi xetên parastinê yên Rojavayê Kurdistanê ve bên vekirin
.