PeyamaKurd – Serokê Partiya Yeniden Refahê Fatih Erbakan li ser êrîşa îsraîlê ya ser Xezzayê axifî û got:
“Ji ber Amerîka aşkera destekê dide zilma Îsraîlê ya ser Xezzayê, divê yekser baregehên Încîrlikê û Kurecîkê bên girtin.”
Partiya Fatih Erbakan li Konyayê li meydana hukumetê xwepêşandan kir û bi rêya telekonferansê lîderekî Hamasê yê bi navê Xalid Meşal tevlî axinê bû û destekê xwest. Erbakan got:
“Divê balyozê Tirkiyê yê Îsraîlê paşde vekişînin, balyozê Îsraîlê yê Ankara dersînor bikin, ji ber Amerîka aşkera destekê dide zilma Îsraîlê ya ser Xezzayê, divê yekser baregehên Încîrlikê û Kurecîkê bên girtin. Divê petrol û alavên stratejik nefroşin Amerîka û Îsraîlê û dewletên Misilman kirîna alavan ji wan bidin rawestandin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin