PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Rûsyayê êrîşeke moşekî biriye ser bendera Odessa ya Ukraynayê ku di encamê de ji bilî zirara madî, sivîlek hatiye kuştin, 8 jî birîndar bûne.
Li gorî rayedarên Ukraynî, hêzên Rûsyayê êrîşî depoyeke genim kirine kesek miriye û herî kêm 8 kes jî birîndar bûne.
Alîkarê Serokwezîrê Ukraynayê Oleksîy Kuleba gotiye, yek ji keştiyên di êrîşa îro de zirar dîtiye keştiya barhilgir a Palauyê ya bi navê Optima ye û di êrîşeke din a bi balîstîk de jî zirar dîtiye.
Herwiha hatiye diyarkirin, di êrîşê de keştiyeke sivîl a bi ala Belîzê û tesîseke depokirina genim jî xisar dîtine.
Li gorî rayedarên Ukraynî di nav 3 mehan de nêzî 60 êrîş li dijî benderan hatine kirin ku ev yek zirarê dide ewlehiya gihandina zad bo cîhanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin