Bob Seely: Hedefa Rûsya Îngîltere ye

Bob Seely: Hedefa Rûsya Îngîltere ye

PeyamaKurd – Endamê parlementoya Îngîltere Bob Seely ji bo The Telegraphê nivîsekî nivîsan û tê de got ku keştiyên casûsî yên Rûsyayê li peravên Brîtanyayê serbest digerin û nexşeya santralên bayê û rêyên girîng yên bin avê derdixin. Li gor Seely; armanca Rûsya tenê dibe ew be ku eger Rûsya bi YA û Îngîltere re bikeve şerekî, ji bo hîn bibe bê wê çawa karibe avahiyên bingehîn yên Îngîltere û Yekîtiya Awrûpayê sabote bike.

Di nivîsê de her weha tê gotin ku Rûsya û Çîn ji bo şerekî fireh xwe amade dikin û Îngîltere ji bo vêya amade nîne. Seely dibêje ku di bejayiyê de dewletekî weka Polonya di êrîşekî de dikare Awrûpayê biparêze lê NATO di deryayê de qelse. Li gor nivîsar; Rûsya lêkolîna ciyên qels yên Awrûpayê dike, xida, pêdeviyên krîtîk yên rojane, enerjî û danûsitendin di hedefa Rûsya de ne.

Seely, dibêje ku 5 enterkonnektor elektrîkê dide Îngîltere û Awrûpayê, li dora 70 kabloyên wê hene û Rûsya bê guleyekî berde, dikare Rojava wan bide rawestandin. Seely weha dewam dike:

“Putin 20 sale ji bo şerê ne konvansiyonel zemîna şer amade kir. Putin ji bo xizmetê ji armanca Kremlînê re bike, hêza dewletê ya alavên leşkerî û ne leşkerî dixwaze bê qûsûr bigihîne hev. Ev şeklê şerekî wisa ye; ji çandê heya teknolojiya sîberê û heya şerê konvansiyonel, temamê alavan bikartîne. Li gor serokê hêzên çekdar yê Rûsyayê qaîdeyên şer bi temamî diguhire.”

Li gor nivîsê; Îngîltere an NATO nizane wê çawa bersiva êrîşên weka sîberî, xesarên depoyên petrolê bide.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin