Îsraîl: 4 kestiyên ser yên Îranê di Derya Sor de dewriye digerin

Îsraîl: 4 kestiyên ser yên Îranê di Derya Sor de dewriye digerin

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Benny Gantz ragihand ku 4 keştiyên şer yên Îranê di Derya Sor de dewriye digerin. Gantz, di ser hesabê xwe yê Twitter ê de îşaretê da bal axaftina xwe ya forma Atîna ya li Yûnanistanê û got:

“Min dîmenên setelaytê yên 4 keştiyên Îranê nîşan da ku di Derya Sor de digerin. Îran di deh salên dawiyê de xwe nîşan dide ku li Derya Sor bicîh dike. Ev hebûna Îranê li Derya Sor bazirganiya kureyî, çavkaniyên enerjiyê û asayîşê tehdîd dike.

Hefteyek berê ez di derbarê testa peyka ku Îranê şand fezayê de axifîm. Ev nîşan didin ku Îran xwediyê sîstemên fuzeyên balîstîke, balafirên wan yên bêmirov hene, dikare xwe bigihîne Derya Sipî û heya Awrûpa Navîn û şiyanên Îranê yên ku dikare balistik fuzeyan çêbike hene.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin