PeyamaKurd – Qeyûmê Şaredariya Qosera Mêrdînê hemû piştgiriya bo tîma Kiziltepe Belediyesporê qut kir. Serokê Tîmê Metin Aslan ragihand ku qeyûm ji futbolîstan re gotiye ‘PKKyî’ û ji rêveberên tîmê re jî gotiye ‘kadroyên çiyê yên PKKê’.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Qeyûmê Qoserê, Huseyin Çam bi hinceta ku tîma Qoserê û rêveberên wê PKKyî hemû piştgirî qut kirin.
Serokê tîma Kiziltepe Belediyespor Metin Aslan dibêje ji bo tîmê salane 50 hezar dihat terxankirin û armanca wan bi exlaqeqî xweş ji bo her kesên civakê werzîşê bidin naskirin lê piştî diyarkirina qeyûmî tîma me hat tecrîtkirin û pişt re jî bi hinceta ku êveberiya me ‘PKKyî’ ye, hemû piştgiriyên bo tîmê hatin qutkirin.
Metin Aslan diyar dike ku ew niha di lîga yekemîn a amatöre de yekemîn in, “Eger em di lîga amatorî de bibin yek em dê derkevin lîgeke jortir ango Lîga BALê. Em di U14ê de li Mêrdînê bûne yekemîn. Tîma me ya Voelybolê jî de lîga duyemîn de lîder e. Ji her 12 yariyên dawiyê dawiyê em bi ser ketin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin